CHPê gilî li YSKê kir: Wê li 81 bajaran afîsên 'CHP-PKK bihevre ne' daleqînin

09 May 2023 20:37 0 dîtin
CHPê gilî li YSKê kir: Wê li 81 bajaran afîsên 'CHP-PKK bihevre ne' daleqînin

PeyamaKurd – Şêwirmendê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Tuncay Ozkan, ragihand ku rikebera wan a Tifaqa Cumhur a bi pêşengiya AK Partiyê, amadekarî kiriye ku îşev li 81 bajaran afîşên ku CHP û PKKê ligel hev nîşan dide daleqîne.

Ozkan got ku wan ji bo astengkirin û rakirina wan afîşan serî li Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) daye û daxwaz kiriye, heger tiştekî wiha bê kirin bilez wan afîşan rakin.

Tuncay Ozkan herwiha gotiye ku dê danîna wan afîşên ku CHPê bi piştevaniya PKKê tawanbar dikin, zirarê bide têkoşîna dijî terorê û diyar kir, “Dê ti sûda vê xebata ku bi tirsa windakirinê pêk tê ji wan re çênebe.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî ji ber ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi navê Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan, piştgiriya xwe bo namzedê serokomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu ragihandiye, vîdeoyên ku berpirsên PKKê yên Qendîlê piştgiriyê didin Kilicdaroglu û afîşên sexte yên derbarê azadkirina Abdullah Ocalan de hatibûn danîn.