CHPê bo betalkirina hilbijartinên serokomarî û tevaya Stenbolê serî li YSKê da
PeyamaKurd – Partiya Komariya Gel (CHP) piştî ku Saziya Bilind a Hilbijartinan (YSK) bi hinceta karmendên sindoqan ne li gorî qanûnê hatine nîşandan, hilbijartina seroktiya şaredariya Stenbolê betal kir kete tevgerê.
CHPê îro serî li YSKê da ku hilbijartinên tevahiya navçeyên Stenbolê tevî ya Şaredariya Bajarê Mezin û herwiha hilbijartinên Serokomariyê ku 24ê Hezîrana 2018an bi timî werin betalkirin.
Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Muharrem Erkek dema serlêdanê da xuyakirin, “Heger hûn bi hinceta kesên ne karmendên dewletê li ser sindoqan kar kirine hilbijartinan betal bikin, hûn neçarin hilbijartinê 24ê Hezîranê jî betal bikin.”
Hêjayî bîrxistinê ye Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an wekî serokomar hatibû hilbijartin û heman karmendên sindoqan wê demê jî kar kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin