Erdogan roja hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê eskere kir

18 January 2023 18:40 0 dîtin
Erdogan roja hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê eskere kir

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 18ê Çile di axaftina koma partiya xwe AK Partî ya parlamentoyê de, li ser nîqaşên roja hilbijartinê daxuyanî da û eşkere kir, 14ê Gulanê roja hilbijartinên serokomar û parlamentoyê ye.

Erdogan wiha axivî: “Di 14ê Gulana 1950î de Menderesê rehmetî got 'Êdî bes e, gotin a gel e. Kete dilê gel û di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest xist. Bi heman awayî Ozalê rehmetî di hilbijartinekê de ku di bin siya darbeyê de hat kirin, bi soza 'ji bo Tirkiyê serdemeke nû' serkeftineke mezin û girîng bi dest xistibû.”

Herwiha Erdoganê ku bixwe namzedê serokomariyê yê Tifaqa Cumhur e got: “Em jî bi gotina 'Êdî tu tişt dê wek berê nebe', bi piştgiriyeke mezin a gelê xwe hatin ser desthilatê. Niha jî em dibêjin, êdî bes e, biryar û paşeroj a millet e û em di sala 2023an de ji gelê xwe piştgirî dixwazin.”

Serokomarê Tirkiyê diyar kir, li Tirkiyê qonaxa 100 salî dest pê dike û maseya 6 partiyên opozîsyonê jî rexne kir û got,“Miletê me piştî 73 salan di heman rojê de ji van darbekeran, ji van kesên bêhêz ku îro li ser navê maseya 6 partî rûbirûyê me bûne, wê careke din bêje 'êdî bes e'.”

Hêjayî gotinê ye, biryar bû hilbijartinên Tirkiyeyê 18ê Hezîrana 2023yan werin kirin, lê li gorî daxuyaniya Erdogan wê hilbijartin beriya dema xwe di 14ê Gulanê de bên encamdan ku hîn bi fermî ew roj nehatiye ragihandin.