YEyê pêswazî li roja nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Piştî ku roja 20ê Cotmeha 2024an wekî roja lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hate ragihandin, Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Iraqê Thomas Seiler bi peyamekê pêşwazî li hilbijartinên parlamentoyê kir.
Thomas Seiler li ser hesabê xwe yê Xê got, “Ez pêşwaziya diyarkirina 20ê Cotmeha îsal ji bo birêveçûna proseya hilbijartinên gera şeşem ya Perlamana Kurdistanê dikim.”
Balyozê Yekîtiya Ewropayê diyar kir, “Em ji nêz ve bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û hemû aliyên çalak ên siyasî yên Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî re kar dikin ji bo ku hilbijartin bên kirin.”
Seiler got: “Serkeftina hilbijartinên Perlamentoya Kurdistanê careke din rewatiya demokrasiyê ji bo biryarên siyasî yên Herêma Kurdistanê vedigerîne.”
Hêjayî gotinê ye, îro 26ê Hezîranê Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 20.10.2024ê wekî rojava birêveçûna hilbijartinên giştî ji bo gera şeşema a Parlamentoya Kurdistana Iraqê diyar kiriye.
Herwiha Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî jî ragihand, “Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi piraniya dengan pêşwaziya roja diyarkirî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike, ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin