Berdevka Komîsyona Hilbijartinan: Em ji bo roja nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê amade ne
PeyamaKurd - Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Xelayî piştî ku Serokatiya Herêma Kurdistanê 20ê Cotmehê wek roja lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, daxuyanî da.
Berdevka Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ragihand, ew amade ne hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja ku hatiye diyarkirin de bikin.
Cumana Xelayî îro 26ê Hezîranê ji K24ê re gotiye: “Em amade ne di roja ku ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin, hilbijartinên Parlamentoyê bikin.”
Hêjayî gotinê ye, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî jî ragihandibû ku Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li dema nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin