Sibê hilbijartinên parlamenê yên Sûriyeyê pêk tên: Li Rojava bayê boykotê

14 July 2024 21:10 0 dîtin
Sibê hilbijartinên parlamenê yên Sûriyeyê pêk tên: Li Rojava bayê boykotê

PeyamaKurd – Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê 2011an, li Sûriyeyê cara pêşî hilbijartinên parlamenê sibê pêk tê.

Hilbijartinên ku ti hêzeke berbiçav a opozisyonê tuneye, wê tenê li navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de ne bêne kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê boykot

Jêderên herêmî yên li Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhelatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) ragihandin ku li Rojava giringî bi hilbijatinan nayê dayîn û gelek alî van hilbijartinan boykot dikin.

Jêderan ragihandin ku xelkê Rojavayê Kurdistanê vê hilbijartinê rewa nabînin û diyar dikin ku ev hilbijartin wê ti çareseriyê bi xwe re neyîne.

MSD banga boykotê kir

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) biryara boykotkirina hilbijartinên parlamenê ya rejîma Sûriyeyê stand û diyar kir ku divê çareseriyeke giştî li gorî biryara navdewletî (2254) pêk bê.

Herwiha MSDê bang li gelê Sûriyeyê, tevahî hêzên nîştimanî û demokratîk jî kir ku beşdarî hilbijartinên parlamena Sûriyeyê nebin û got: “Em gringiyê didin çareseriya siyasî ya giştî ya li gorî biryara navneteweyî ya hejmar 2254.”

ENKS jî boykot dike

Berdevkê Encumena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif di derbarê van hilbijartinan de da zanîn ku ew ê hilbijartinan boykot bikin û got: “Em di wê baweriyê de ne ku ev hilbijartin, wê ji bo çareseriyeke siyasî ti pêngavekê bi xwe re neyîne û tenê wê tekeziyê li ser mana Partiya Baasê ya li ser mayîna desthilata Şamê bike.”

Asûrî: Ev hilbijartin li diji destûrê ye

Serokê Rêxistina Asûrî ya Demokrat Gabriyêl Mûsê jî hilbijartinan wiha nirxand:

“Encamdana hilbijartinan li dijî destûra ku di sala 2011an de hatiye danîn e. Rêjîm dixwaze bi rêya van hilbijartinan peyamekê bide civaka navneteweyî ku rewabûna xwe ji gelê Sûriyeyê werdigire, lê belê di rastiyê de piraniyan welatiyan van hilbijartinan red dikin û xwepêşandanên li Siwêdayê û yên navçeyên din belgeya wê yekê ye.”