YSKê ragihandina encaman rawestand: Rêveberên CHPê bi rê ketin...
PeyamaKurd - Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ragihandin û tomarkirina amarên hilbijartinê li demjimêr 19,34an rawestand. Piştî 56 xulekan ragihandin ji nû ve dest pê kir, lê CHP ji bo rewşa wê valahiyê zelal bike kete tevgerê.
Berdevkê CHPê CHP û Cîgirê Serokê CHPê Faik Oztrak ragihand ku YSKê ragihandin û tomarkirina encaman rawestandiye.
Oztrak diyar kir ku wan li ser vê mijarê serî li YSK'ê daye û navenda CHPê jî ragihand ku YSKê li demjimêr 19,34an ragihandina encaman rawestandiye.
YSKê li ser mijarê ragihand ku bernameya ragihandina dengan hatiye nûjenkirin û ji ber wê yekê ragihandina encaman hatiye rawestandin.
Hat zanîn ku, rêveber û parlamentarên CHPê li ser vê helwesta YSKê li Enqerê ber bi avahiya YSKê ve bi rê ketin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin