Komîsyona Bilind a Hilbijartinan dema ragihandina encaman eskere kir
PeyamaKurd – Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê diyar kir; roja 11ê vê mehê encamên nefermî yên hilbijartinên pêşwext ên Iraqê wê werin eşkerekirin û roja 12ê mehê jî encamên dawî wê werin ragihandin.
Berpirsê Jûra Aliyên Siyasî yê li Ofîsa Hewlêrê ya Hilbijartinên Iraqê Ferhad Esed Şêtneyî diyar kiriye: “Li gor bernameya ku ji bo me hatiye danîn, em ê di 11ê mehê de encamên nefermî ragihînin û roja 12ê mehê jî encamên dawî dê werin eşkerekirin.”
Ferhad Esed Şêtneyî eşkere kir: “Heta niha 18 namzed li sînorê parêzgeha Hewlêrê hatine sizadan û namzedek jî hatiye dûrxistin.”
Şêtneyî destnîşan kir: “Her namzedek ku bangeşeya hilbijartinan ranewestîne, sizayê wî ji yê berê hatiye diyarkirin du qat zêdetir dibe.”
Herwiha eşkere kir: “Me hemû hewldanên xwe kirine, da ku kêşeya di dengdana taybet de rûda, di dengdana giştî de dubare nebe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin