Kurdistan | Komîsyona Bilind a Hilbijartinan dest bi amadekariyan dike

23 May 2023 19:56 0 dîtin
Kurdistan | Komîsyona Bilind a Hilbijartinan dest bi amadekariyan dike

PeyamaKurd - Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Hendirên Mihemed eşkere kir ku biryara fermî ya Parlamentoya Kurdistanê ya li ser aktîfkirina Encûmena Komîsyaran gihîştiye wan û ew jî dest bi amadekariyên hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê dikin.

Hendirên Mihemed, îro Sêşemê li ser aktîqkirina Encûmena Komîsyaran ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve û amadekariyên bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ragihand, biryara Parlamentoya Kurdistanê ya li ser aktîfkirina Encûmena Komîsyaran pêngaveke girîng e û got, aktîfkirina komîsyonê daxwaza Neteweyên Yekbûyî û hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bû.

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê got: “Ev biryar dibe sedema wê yekê ku komîsyon dest bi amadekariyên ji bo encamdana hilbijartinan bike. Amadekarî di destpêkê de darayî û îdarî dibin, heta digihîje roja hilbijartinan, çimkî divê çavekî me jî li ser parlamentoyê jî be.”

Hendirên Mihemed da zanîn, “Heta niha gotûbêj di navbera aliyên siyasî de li ser mijara hilbijartinan û şêwaza birêveçûna wê, berdewam in. Tiştê niha li ser komîsyonê ye, dest bi amadekariyên birêveçûna hilbijartinên xula şeşem a parlamentoyê bike.”

Parlamentoya Kurdistanê Komîsyona Hilbijartinan çalak kir