Li Efrinê 4 xortên ku ala Kurdistanê bilind kirin hatin desteserkirin

07 February 2025 23:56 0 dîtin
Li Efrinê 4 xortên ku ala Kurdistanê bilind kirin hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Hêzên hukumeta demkî yên Sûriyê (HTŞ), di dema ku xortên Kurda pêşwaziya wan li Efrînê dikirin û ala Kurdistanê bilind kirin û hatin desteserkirin.

Qelebalixa ku roja Pênşemê pêşwaziya hêzên Şamê yên ewlehiyê dikirin, ala Kurdistanê û Sûriyê bilind kirin lê 4 xortên Kurda ji ber ala Kurdistanê hatin desteserkirin. Parvekirina gahiya desteserkirina her 4 xortên Kurda ji aliyê rêxistinekî cîh yê mafê mirovan de hat kirin. Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê got:

“Polîsên leşkerî yên bi ser Koalîsyona Hêzên Şoreşger û Netewî yên Sûriyê, di wexta hêzên asayîşê yên hukumeta Şamê ya demkî gihan Efrînê, 4 xortên ku ala Kurdistanê bilind kirin, desteser kirin.

Xortên hatine girtin yek ji wan ji Efrînê ji navça Cindiresê Muhammed Abdul Kadir Ahmed e. Serê siba roja Înê, di wextekî zû de her 4 xortan xistine binçav û wan birine ciyekî ku nayê zanîn.

6 sale ku Efrîn di bin destê grûbên girêdayê Tirkiyê de ye û li deverê talan, yaxma, revandin û şêlandin dewam dike.