Kerkûk | Li ser bilindkirina Ala Kurdistanê Ereb û Tirkmenên sovenîst hêrs bûn
PeyamaKurd – Li dibistaneke Kerkûkê, li ser bilindkirina Ala Kurdistanê Ereb û Tirkmenên şovenîst ên bajar hêrs bûn û kar li ser girtina rêveberê wê dibistanê dikin.
Li dibistana ‘‘Elî Merdan’’ a taxa Penca Elî ya bajarê Kerkûkê, do bi amadebûna berpirsên xwendina Kurdî û bi bilindkirina Ala Kurdistanê ve zengila sala nû ya xwendinê hat lêdan. Berpirsên eniya Tirkmen û Encûmena Erebî li Kerkûkê, li ser bilindkirina Ala Kurdistanê gilî li rêveberiya giştî ya perwerdeya Kerkûkê kirin û kar ji bo girtina rêveberê dibistana ‘’Elî Merdan’’ a bajarê Kerkûkê kirine.
Herwiha do li dibistaneke xwendina Erebî bi bilindkirina Ala Iraqê û dibistaneke xwendina zimanê Tirkmen de jî bilindkirina Ala Eniya Tirkmen, sala nû ya xwendinê li wan dibistanan destpê kir. Diyar e xwendina Kurdî jî bi bilindkirina Ala Kurdistanê ve wê destpê bike, lê şovenîst bi bilindkirina Ala Kurdistanê hêrs bûne.
Vê çarçoveya vê de, îro 02.11.2021ê Rêveberê Xwendina Kurdî li Kerkûkê Şêrzad Reşîd diyar kiriye: ‘‘Do zengila dibistanan lê da û Ala Kurdistanê jî me bilind kir û li gor rênmayiyên Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sala nû ya xwendinê destpê kir. Di merasîma zengil lêdanê de, li hemû bajaran jî merasîma bilindkirina alê birêve diçe.’’
Herwiha eşkere kiriye: ‘‘Diyar e li dibistana ‘’Elî Merdan’’ a bajarê Kerkûkê merasîma zengil lêdanê birêve çû û ji ber bilindkirina Ala Kurdistanê, rêveberê dibistanê hatiye hişyarkirin û jê re hatiye gotin ku serdana Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Kerkûkê bike. Lê niha me ew pirsgirêk ber bi çareseriyê ve biriye.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin