Kerkûk | Ji ber bilindkirina Ala Kurdistanê fermana girtina rêveberê dibistanê hat derxistin

03 November 2021 16:37 0 dîtin
Kerkûk | Ji ber bilindkirina Ala Kurdistanê fermana girtina rêveberê dibistanê hat derxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li dibistana Elî Merdan a Kerkûkê fermana girtinê ji bo rêveberê dibistanê derketiye û hêzeke ewlehiya niştimanî ya Kerkûkê avêtiye ser dibistanê û lêpirsîn li gel wî mamosteyê Kurd kirin.

Berpirsê baskê Kerkûkê yê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Serkewt Fayeq ji BasNewsê re li ser mijarê daye xuyakirin: “Me bayanameyeke nerazîbûnê derxist û bi tundî êrîşa ser dibistanê me şermezar kir û fermana girtinê ya ji bo rêveberê me hatiye derxistin ku li ser bilindkirina Ala Kurdistanê bûye, di roja sala nû ya destpêkirina xwendinê de pêk hatibû û ew mamoste li gel me pîroz e û nabe danûstana xirab bo wî bê kirin.”

Serkewt Fayeq got: “Tişta hatiye kirin xizmetê ji biratiya li Kerkûkê re nake. Her hemwelatiyekî kurd jê hêrs e ku aliyekî diyar bi armanc fermana girtinê ji bo wî rêveberî li ser bilindkirina Ala Kurdistanê bê derxistin. Ew al ala hemûyan e û ew rêvebere li ser avahiya dibistanê al bilind nekiriye, di dema merasîma sala nû ya xwendinê de al bilind kiriye.”

Fayeq da zanîn: “Me hemû hewldan kiriye û her îro dê mamoste Taha ku rêveberê dibistana Elî Merdan e dê bê, biryare em li gel berbijêrê serkeftî yê hilbijartinên Iraqê Şaxewan Ebdula jî, li gel aliyên pêwendîdar vê pirsê guftûgo bikin ji bo çareseriyê, ku fermana girtinê bê hilweşandin.”