Hêjmara sehîdên Kerkûkê zêde bûn: 'Hesda Seibî ji ber hilgirtina Ala Kurdistanê êrîs kir'

03 September 2023 11:47 0 dîtin
Hêjmara sehîdên Kerkûkê zêde bûn: 'Hesda Seibî ji ber hilgirtina Ala Kurdistanê êrîs kir'

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li gorî zanyariyên dawî, hejmara şehîdên xwepêşandana doh ya Kerkûkê derketiye 4an û 12 jî birîndar hene.

Hate zanîn ku piştî di xwepêşandana Kurdan a nava rojê ku bi guleyên hêzên ewlekariyê û komên Heşda Şeibî 3 welatiyên Kurd hatin şehîdkirin, derengiya şevê jî Kurdek ji ber hilbijartina ala Kurdistanê bi guleyan hate şehîdkirin.

Derengiya şeva borî welatiyê Kurd ê bi navê Husên Sabîr (49 salî) ku esnaf bû, li bajarê Kerkûkê hat şehîdkirin.

Birayê Husên Sabir, bi kuştina birayê xwe Heşdî Şeibî tohmetbar kir û got: “Birayê me kasibkar bû û ti pirsgirêkên wî bi kesî re nebû, lê ji ber ku ala Kurdistanê hilgirtibû, çekdarên Heşdî Şeibî gule berdan wî û ew şehîd kirin.”

Li gor jêderekî polîsê Kerkûkê jî, di wê xwepêşandanên doh de 4 kes şehîd bûne û 12 kes jî birîndar bûne. Herwiha bi dehan ciwanên Kurd li taxên Kurdan ên Kerkûkê hatine binçavkirin.