Iraq | Di hilbijartinên encumenên parêzgehan de rêjeya herî zêde li Kerkûkê bû
PeyamaKurd – Iraq, ji bo hilbijartina meclîsên giştî yên parêzgehan li 15 parêzgehên derveyî Herêma Kurdistanê çû ser sindoqan. Rêjeya beşdariya hilbijartinan li seranserê Iraqê ji sedî 40 bû.
Kerkûk parêzgeha ku herî zêde beşdarî hilbijartinên Civata Giştî ya Parêzgehên Iraqê bû.
Beşdarbûna herî zêde li Kerkûkê bû
Kerkûk parêzgeha ku herî zêde çû ser sindoqan bû. Li Kerkûkê 18 sal in hilbijartinên herêmî nayên kirin.
Hat diyarkirin ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinan li Kerkûkê ji sedî 64 bûye.
Piştî Kerkûkê bi rêjeya ji sedî 59 Selahaddîn û ji sedî 57 jî Enbar tê.
Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Parêzgeha Nînowa (Mûsil) Sufiyan Meşhedenî ragihand, rêjeya beşdarbûna hilbijartinan li Mûsilê ji sedî 52 bûye.
Rêjeya kesên diçin ser sindoqan li Iraqê bi giştî û li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê ji sedî 40 maye.
Rêjeya hilbijêrên çûne ser sindoqan li Resafe ji sedî 19, li Kerxê jî ji sedî 32 bû.
Rêjeya kesên diçin ser sindoqan li Necefa navenda Şîeyan ji sedî 32, li Kerbelayê ji sedî 38,5, li Musanna ji sedî 45, li Mîsan ji sedî 27, li Dîwaniyê ji sedî 38, li Babilê ji sedî 38, li Zikarê ji sedî 30, li Wasitê ji sedî 38,5, li Besrayê ji sedî 33,5 çûne ser sindoqan û ji sedî 40,2 jî ji Diyala beşdar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin