Iraq | Dema tomarkirina navan bo hilbijartinên parêzgehan eskere bû

16 August 2019 20:55 0 dîtin
Iraq | Dema tomarkirina navan bo hilbijartinên parêzgehan eskere bû

PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, ragihand ku ji bo partî û aliyên siyasî yên beşdarî hilbijartinên parêzgehan ên Iraqê bibin, roja dawî ya tomarkirina navan 1ê Cotmeha 2019an e.

Endamê Cıvata Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Hazim Rudeynî, da xuyakirin ku pêwîste partî û alîyên sîyasî berî 1/10/2019 navên xwe li Komisyonê tomar bikin ji bo bikarin beşdarî hilbijartinên Civata Parêzgehan bibin.

Rudeynî da zanîn ku 1ê Cothmehê roja dawî ye bo tomarkirina navên wan alîyên sîyasî ku dixwazin beşdarî hilbijartinên parêzgehan bibin.

Beriya niha hatibû ragihandin ku hilbijartinên parêzgehan ên Iraqê dê di meha Nîsana 2020an de werin encamdan.