PDK: Em hewl didin qanûna hilbijartinên encumenên parêzgehan hemwar bikin
PeyamaKurd - Firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê ragihand, ew hewl didin qanûna hilbijartinên encumenên parêzgehan ya Iraqê hemwar bikin, ji ber ku beşek ji wê qanûnê li dijî kurdan e.
Seroka firaksiyona Partiay Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlementoya Iraqê, Viyan Sebrî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ew hewl didin bi alîkariya firaksiyonên din yên Kurdistanî pêşniyarqanûnekî amade bikin bo guhertin û hemwarkirina beşek ji qanûna hilbijartinên encumenên parêzgehan ya Iraqê.
Viyan Sebrî her wiha gotiye, ji ber ku beşek ji wê qanûnê li dijî deng û mafên kurdan e.Bi gotina Sebrî, madeya 16 ya wê qanûnê li dijî kurdan e, ji ber wê jî ew dixwazin ew made were guhertin.
Li gorî madeya 16 ya qanûna hilbijartinên encumenên parêzgehan, her kesê ku di dema hilbijartinan de li gund, bajar û warê xwe nebe nikare deng bide.
Eger di rewşa niha de ew qanûn pêk were, beşek mezin ji kurdên ku xelkê deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ne, nikarin deng bidin çimkî piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017 koçber bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin