Mismarî: Hin alî hewl didin hilbijartinên Libyayê asteng bikin

28 May 2021 20:03 0 dîtin
Mismarî: Hin alî hewl didin hilbijartinên Libyayê asteng bikin

PeyamaKurd – Berdevkê Artêşa Libyayê Ehmed El-Mismarî da xuyakirin, hin alî hene hewl didin hilbijartinên 24 Kanûnê yên serokatî û parlamenê asteng bikin.

Mismarî ragihand ku ew alî dixwazin tevliheviya ewlehîyê bidome, da ku dest deyînin ser navendên biryarê û destkeftiyên gelê Lîbyayê û teror û tundiyê belav bikin.

Mismarî da zanîn ku li ser malperên medyaya civakî, bi dehan parvekirinên derew û sexte yên wan aliyan hene ku bi wan hewl didin gel bitirsînin, bêbawer bikin û artêşa Lîbyayê reş bikin.

Li aliyê din nûnerê Amerîka yê karûbarên Libyayê Jan Kubisch li ser serneketina diyalogan, rexne li hinek aliyên Lîbyayê kir û bang li Parlamen û Encumena Bilind a Dewletê kir ku bê derengî ji bo danîna bingeha destûrî ya hilbijartinan li hev bicivin.