Li hinek gundên Kerkûkê hejmara ereban ji kurdan zêdetir bûye
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi taybet piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ên piştî Referandûma Serxwebûnê, li gelek gundên Kerkûkê yên Kurdan Erebên hawirde hatine bicihkirin û hejmara wan ji kurdan derbas kiriye.
Hate zanîn ku bi sedan Erebên hawirde yên ku bi mebesta karê çandinî û sewalkariyê çend sal berî niha çûnê Kerkûkê hewl didin li herêmê mayînde bibin.
Hinek Erebên hawirde yên li Kerkûkê, ji bo serjimêriya Iraqê, navnîşanên xwe veguhestine bajarê Kerkûkê yê li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku metirsî heye wekî serdema rejîma Beas guhertina demografiyayê bê pêkanîn.
Li gorî nûçeya Rûdawê, li gundê Zerdikê 21 malbatên din ên Erebên hawirde û plana Erebên hawirde yên li wî gundî, ew e ku bi serjimêriya bê kirin re, li herêmê bi temamî bi cih bibin.
Erebê bi navê Hewaz Sadûn daye zanîn ku wan ji bo serjimêriyê navên xwe nivîsandine û gotiye: “Em ji Enbarê hatine. Em 22 malbat in û em li vir bi cih bûne. Piştî em hatin vir me ji vê derê sûd wergirt. Hinek ji me bi sewalkariyê re mijûl in, hinek ji me cotkar in û em karê xwe yê rojane dikin. Me navên xwe qeyd kirine lê yên nû hatine wan hîn jî navê xwe qeyd nekiriye.”
Hate zanîn ku 22 malbatên Ereb di rojên destpêkê yên pêvajoyê de qeydên xwe birine gundê Zerdikê ku nifûsa gund bi tevahî ji Kurdan pêk dihat û niha hejmara wan bi vî awayî ji Kurdan zêdetir dibe.
Nadir Mihemedê ji gundê Zerdikê dibêje, “Ev rewş metirsî ye, lewma ez bangî xelkê me yên li gundên Bîbanî û Salayî dikim, vegerin vir û navên xwe qeyd bikin. Ji ber ku ji bilî Kurdan gelek kesên din bi hinceta DAIŞê û hinek tiştên din hatine li vê herêmê bi cih bûne.”
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an hejmara şivanên Ereb bi rêjeyeke ne normal zêde bûye û tê gotin ku li hinek gundan hejmara wan ji nifûsa xelkê wê herêmê zêdetir bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin