Li Kerkûkê pêvajoya erebkirinê didome: 3 gundên Kurdan dane Ereban
PeyamaKurd - Li Dûbizê 180 donim zeviyên 3 gundên Kurdan ku tapoyên wan li ser navê serokeşîrekî Kurd in, bi girêbest û bo maweyê 20 salan bi Erebên hawirde hatine dayîn ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê bo wan gundên Kurdan hatine veguhastin.
Li gorî nûçeya Rûdawê Ji ber wê girêbestê, 65 malên gundên Qeredereya Biçûk û Serbriya Kon ku takutera tê de dijiyan, bi yekcarî vala kirine û niha metirsî ketiye ser 45 malên gundê Emşe jî.
Omer Hemedemîn, rûniştvanê gundê Emşe dibêje. "Niha nahêlin pezên me jî derkevin derve û ne jî dihêlin em zeviyan bikêlin. Gelo em çi ji wî pez bikin? Her girtî bimînin? Ji me re dibêjin em dê xaniyên we bi ser we de birûxînin, Sedam Husên nekarî xaniyên me bi ser me de birûxîne, ev dê birûxînin!”
Şêniyên wê navçeyê her ji zû ve li wê herêmê dijîn û ew zevî û erd jî ji bav û bapîran bo wan mane wan ew ew navçe avedan kirine.
Hazim Mihemed ku ew jî rûniştvanekî gundê Emşe ye, dibêje, “Ev zevî her ji bineratê ve mulkê Talebaniyan bûne, lê niha bi çend kesên Ereb hatine dayîn û karîgeriyek li ser me pêk aniye, dibêjin em dê hemû zeviyan bikêlin û ew ên ku li aliyê we mane em wan jî dixwazin. Şeş parêzer girtine û daxwaza xaniyan jî dikin.”
Ji ber wê yekê xelkê Qeredere û Serbîr bi şêweyekî demkî û tenê di werzê kiştûkaliyê de dihatin gundên xwe. Erebên hawirde bêyî pirsgirêk di wan her du gundan de niştecih bûne, lêbelê zêdetir ji 200 kes li Emşe dijîn û naxwazin gundê xwe berdin. Li ser nirxê salene 500 hezar dînar bo her donimekê rêk neketin û cihên niştecihbûnê bo 20 salan bûne weke mulkê Erebên hawirde.
Şêx Nazim, ji gundê Emşe diyar kir, “Me ji xelkê gund re got ku wan zeviyan bikirin. Wan jî bersiva wan ew bû ku nirxekî gelek zêde bo her donimeke zewî diyar kiribûn ku xelkê gund jî nedikarî bikirin. Pêş ku em bersiva wan bidin, ji xelkê ne Kurd re dan. Ev jî erebkirineke din e ku wan zeviyan didin xelkê ne Kurd.”
Ji piştî 16ê Cotmehê ve, li Dûbizê hezar û 250 donim zeviyên Kurdan bi Erebên hawirde hatine dayîn. Tenê li Sergeranê 480 hezar donim zevî hene ku piraniya wan pirsgirêk li ser e.
Bi proseya Erebkirinê ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê careke din dest pê kiriye, ji 41 gundên ku dikevin rojavayê Kerkûkê, tenê 4 gund mane ku bi Ereban nehatine dayîn. Beşek ji zeviyên wan 4 gundan jî di destê wan kesan de ne ku tapoyên ji serdema Osmaniyan hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin