Rêbwar Talebanî: Li Kerkûkê siyaseta Erebkirinê dubare dibe û nahêlin Kurd bibin desthilat
PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê berê yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî di serdana xwe ya Pêşangeha Pirtîkan a Navneteweyî ya Hewlêrê de, di derbarê herêmên Kurdistan ên derveyê rêveberiya Herêma Kurdistanê ku wek 'herêmên nakok' têne pênasekirin de daxuyaniyên gring dan.
Rêbwar Talebanî ji K24ê re axivî û destnîşan kir ku ji ber sedemên dîrokî, niyeteke Iraqê ya pêkanîna madeya 140 a destûra Iraqê tune ye û dom kir:
"Herêmên Kurdistanî yên li derveyê rêveberiya Herêma Kurdistanê ku weke navçeyên nakok hatine pênasekirin, divê bi hevbeşiya Iraq û Herêma Kurdistanê ango divê çarenûsa van herêman bi referandumê bêne diyarkirin, lê belê mixabin hikûmeta Iraqê ji 2003an vir ve, bi serê xwe Kerkûk û herêmên din ên Kurdistanî bi rêve dibe. Ti niyeta wan a pêkanîna madeya 140 û diyarkirina çarenûsa van navçeyan tune ye û ji ber wê yekê jî diviyabû di civîna yekem a Parlamena Kurdistanê de, bi danîna çend kursiyan a ji bo Kerkûk, Xaneqîn û navçeyên din, kar li ser diyarkirina çarenûsa van herêman bihatina kirin."
"Ti desthilateke encûmena Kerkûkê ya niha tune ye"
Rêbiwar Talebanî di derbarê hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de jî anî ziman ku ti nirx û desthilateke encûmena niha ya ku di hilbijartinên dawî de hate hilbijartin tune ye û sedemên vê yekê jî weke 13 biryarên Parlamena Iraqê yên ji bo hilbijartinên Encûmena Parêzgehê dabû destnîşan kir.
Talebanî got: "Piştî wan hemû salan eger hilbijartin li Kerkûkê nehatibûna kirin, wê baştir bibûya çimku di dabeşkirina postên rêvebirinê de, rêz li dengên dengdêran nehat girtin. Divê post bi lihevkirina hemû aliyan bihatina dabeşkirin, lê belê bi vî awayî ti nirxek ji pêvajoya demokratîk re nemaye. Ji ber wê jî ew pêvajo ne yasayî û nebaş bû û armanc jî ew bû ku nehêlin kurd li Kerkûkê dîsa bibin desthilatdar."
Rêbwar Talebanî herwiha balê kêşa ser babeta 'Erebên hawirde' û got: "Erebên hawirde, di heyama desthilatdariya rejîma berê ya Baasê de, li Kerkûkê pir zulmê li Kurdan kirin û niha jî dixwazin heman tiştî li dijî Kurdan bi siyaseta erebkirin û guhertina demografiyê dubare bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin