Talebanî: Hewl didin Kurd li Kerkûkê piraniyê ji dest bidin
PeyamaKurd – Parêzgarê berê yê Kerkûkê beriya bûyerê 16ê Cotmeha 2017an Rêbwar Talebanî ragihand ku deshilatên Kerkûkê planek danîne ber xwe û hewl didin li navenda Kerkûkê Ereban zêde bikin û hejmara Kurdan kêm bikin.
Rêbwar Talebanî ji K24ê re daye xuyakirin: “Min gelek caran tekez kiriye ku, ew hêz û komên çekdar, ên ku niha li Kerkûkê û deverên din ên Iraqê ne, alavên destê welatekî derve ne. Iraqê bi xwe serwerî nemaye û hikûmeta wê nikare wan hêzan kontrol bike. Ev yek ji bo hemû aliyan ron bûye”.
Talebanî diyar kir: “Me bi pêkînerên niha yên kabîneya Sûdanî re li ser 13 xalan li hev kiriye, û di çarçoveya lihevkirina me de pêdivî ye rewşa Kerkûkê vegere pêş rûdanên 16ê Cotmehê, lê mixabin heta niha jî piraniya wan xalan nehatine bicihanîn û rewşa Kerkûkê her wekî xwe maye”.
Rêbwar Talebanî bibîr xist: “Niha biraderên netewe Ereb dixwazin navenda bajarê Kerkûkê ku piraniya wê Kurd in kêm bike û ji bo çend salên din nasnameya wê ji Kurdî bo piraniya Erebî bê guhertin. Bizav tê kirin ku welatiyên Ereb ên deverên din ên Îraqê bînin Kerkûkê û Kurdan jî ji vî bajarî derbixin”.
Herwiha Talebanî destnîşan kir: “Xebata Kurdan nabe pêxemetî parêzger û postan be, belkî pêdivî ye şerî li ser nasnameya Kerkûkê bikin. Ev di 100 salên borî de arêşeya me ya serekî bû”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin