PDK: Hewlên me yên ji bo Kerkûkê îdareyeke Kurdistanî ye

13 December 2023 15:19 0 dîtin
PDK: Hewlên me yên ji bo Kerkûkê îdareyeke Kurdistanî ye

Peyama Kurd - Şêwirmendê rêxistina Kerkûk-Germiyan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dr. Mihemet Xurşîd ragihand ku Hewlên PDK ji bo Kerkûkê; îdareyeke Kurdistanî ye.

Xurşîd destnîşan kir ku bawerîya wan bi yekîtiya neteweyî ya Kurd heye û axaftina xwe wiha domand: “Armanca PDK'ê yekîtî û qebûlkirina hev e. Em hewl didin rêveberiyeke ku hemû bajaran di nav xwe de bigire û hemû aliyan temsîl bike, ava bikin."

Xurşîd, li ser daxwaz û armancên PDKê yên ji bo Kerkûkê jî got ku Peyam û daxwaza PDK’ê li ser hîmê hevtêgihiştinê ye û wiha domand:

“PDK partiyeke rêxistinkirî ye û diyaloga wê bi endam û alîgirên xwe re li ser esasê ji hev têgihiştin, nefsbiçûk û xweragiriyê ye. Di serdanên me yên vê dawiyê yên ji bo malbatên şehîdan, kesayet û tevahiya raya giştî de em gelek bi germî hatin pêşwazîkirin. Me dît ku gel rêzê li partiya xwe, pratîk, rêber û rêbaza Barzanî digre û di nava partiyê de aramî û baweriyê dibîne.”

Dr. Mihemed Xurşîd di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em ji bo veguhertina rêveberiya Kerkûkê bo îdareyeke Kurdistanî dixebitin. Ji ber baweriya me ya bi maf û mafên neteweyên din tenê yek qebûlkirina me heye.

Em hewl didin bi wan re di nava aştiyê de bijîn. Li vî bajarî pêwîste hikûmeteke wiha dest bi nûnertiya her aliyekî bike, pêwîste her aliyek xwe di vî karî de bibîne û kes li paş xwe nehêle.”