Du hefte dem maye: Hê jî aliyên Kurdistanî ji bo hilbijartinên encûmena Kerkûkê li hev nekirine
PeyamaKurd – Ji bo ragihandina hevpeymaniyên hilbijartinên encûmena parêzgehan, tenê du hefte maye ku navên xwe tomar bikin daku di Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê de cî bigirin.
Li gorî zanyariyên dawî aliyên siyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê hê jî negihîştine rêkeftinekê hevpeymaniyeke Kurdistanî nehatiye avakirin.
Berîya niha YNK û PDK bi awayekî cuda ligel aliyên siyasî civiyan û daxwaza hevpeymaniyê kirin, lê heta niha Tevgera Gorran, Komela Dadwerî û Yekgirtûya Îslamî bersiva pêşniyarên YNK û PDKê nedane.
Hin aliyên siyasî yên bersiva danîna hevpeymaniya Kurdistanî nedane, daxwaza lîsteyên hevbeş dikin ku hê jî li ser lihevkirin çênebûye. PDK û YNK dixwazin di bin banê wan de biçin hilbijartinan daku hevpeymaniya Kurdistanê di hilbijartinan de bihêztir derkeve.
Hilbijartinên encûmena parêzgehan a Iraqê piştî 10 salan tê kirin ku biryar e roja 18.12.2023yan encam bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin