Parlamena Kurdistanê ji bo hilbijartinên li navçeyên Kurdistanî bi aliyên siyasî re dicive
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bo guftûgo kirina çend pirsên taybet li ser hilbijartinên li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê bi saziyên hilbijartinan ên aliyên siyasî re dicive.
Seroka lijneya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Ciwan Yunis, da xuyakirin ku lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî, wê civîneke berfireh li gel berpirsên saziyên hilbijartinên hemû partî û aliyan li dar bixe.
Yunis da zanîn, Parlamentoya Kurdistanê wek destpêşxeriyeke niştimanî û Kurdistanî, hewl dide ji bo avakirina hemahengiyekê di navbera partiyan de ji bo hilbijartinên dema pêş û daxwaz dike yekdeng û yek helwest bin.
Ciwan Yunis got, “Bi taybet li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê, ku niha rewşa wan navçeyan xirabe û bazineya hilbijartinan li wan deveran hatiye biçûk kirin, ji ber wê di vê demê de yekrêziya aliyan gelek girînge daku dengê kurdan li wan navçeyan vala neçe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin