Partiyên Kurdistanî: Ger rewsa Kerkûkê neyê çareserkirin, wê karesat rû bide!

05 June 2023 18:18 0 dîtin
Partiyên Kurdistanî: Ger rewsa Kerkûkê neyê çareserkirin, wê karesat rû bide!

PeyamaKurd - Partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî yê li Kerkûkê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku ew madeya 140 a destûra Iraqê, weke tekane çareseriya pirsgirêkên Kerkûkê dibînin û ger rewş neyê çareserkirin, Kerkûk dê ji kontrolê derkeve û karesat rû bide.

Aliyên siyasî yên Kurdistanê yên Kerkûkê, îro 5ê Hezîranê li ser rewşa Kerkûkê bi giştî û bûyerên dawî ku hêzeke artêşa Iraqê rê neda cotkarên Kurd ên gundê Topzawa genimê xwe biçinin, li baregeha Partiya Komunîst a Kurdistanê li Kerkûkê civiyan.

Piştî civînê bi daxuyaniyeke hevbeş hat ragihandin: “Rewşa Kerkûkê roj bi roj ber bi nearamiya siyasî ve diçe û xeleka erebkirina bajêr berferehtir dibe û ji bo vê yekê jî hewldan zêde bûne.”

Di daxuyaniyê de aliyên Kurdistanî daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê û aliyên pêwendîdar kirin û gotin:

“-Bicihkirina madeya 140 a destûra Iraqê, tekane rêya çareseriya pirsgirêkên Kerkûkê ye. Eger ev rewş neyê çareserkirin, Kerkûk dê ji kontrolê derkeve û karesat çêbibe.”

-Divê nûnerên Kerkûkê û hemû pêkhateyên wê pêkevejiyana li Kerkûkê biparêzin.”

-Divê erkê artêşê parastina sînoran be û destêwerdanê di nav karûbarên navxweyî û nakokiyên siyasî û qanûnî de neke.”

-Em bi hemû awayî piştgiriya cotkarên Kurd û Tirkmen dikin di parastina mafên xwe de û dest ji wan bernadin.”