YNK: “Li Kerkûkê vekirina baregahên partiyên Kurdistanî qedexe ye”
PeyamaKurd - Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ji Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê re nameyek şand û diyar kir, ku 6 meh piştî bûyeren 16ê Cotmehê hê jî li Kerkûk û navçeyên din ên nakok desthilata eskerî û ewlekarî rê nade baregahên partiyên Kurdistanî werin vekirin.
Polîtbûroya YNKê bi navê “Vekirina baregahên hêzên Kurdistanî hê jî qedexe ye” ji Serokomarê Iraqê Fûad Masûm, Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî û Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî re nameyek şand û got: “Mixabin, piştî bûyerên 16ê Cotmehê, ku zêdetirî 6 meh bi ser ve derbas bûn, li Kerkûk, Xaneqîn, Şingal, Celawla, Sedîye, Qeretepe û navçeyên din hê jî desthilata eskerî û ewlekarî rê nadin baregahên partiyên Kurdistanî vebin, ku ev partiyên resmî û yasayî ne.”
Di nameyê de tê gotin, ku di dema propagandaya hilbijartinê de li ser hêzên Kurdistanî fişareke nedestûrî heye. Herwiha li gelek cihan jî malên berpirs û kadroyên aliyên Kurdistanî hatine dagirkirin.
YNK ji ber vê rewşê hişyarî dide û dibêje: “Berdewamkirina vê siyaseta li dijî maf û azdiyên aliyên siyasî, di raya giştî ya wan navçeyan de gumeneke bi ziyanbexş çêkiriye û eger wiha berdewam bibe ne dûr e bûyerên bi ziyan biqewimin.”
Di dawiya nameyê de Polîtbûrpya YNKê ji aliyên peywendîdar dixwaze ji bo çareserkirina rewşê kar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin