Ji 3 Partiyên Kurdistanî ji bo hilbijartinên Kerkûkê daxuyaniya hevbes
PeyamaKurd - 3 partiyên Kurdistanî ragihandin ku heta rewşa Kerkûkê venegere rewşa normal, nabe hilbijartina encumena parêzgehê were kirin, lê eger hat sepandin divê partiyên Kurdistanî hemû bi namzedên hevbeş beşdar bibin.
Hikûmeta Iraqê biryar daye meha Nîsana sala 2020 hilbijartinên encumenên parêzgehan û ya Kerkûkê jî bê kirin.
Partiya Şûî ya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê û Partiya Bizava Demokratîka Gelê Kurdistanê li ser vê mijarê daxuyaniyek hevbeş dan û bang li partiyên siyasî kirin, heta ji destê wan tê bila nehêlin di rewşa niha de li Kerkûkê hilbijartin were kirin, ji ber ku piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017, hevsengiya hêzê li Kerkûkê hatiye guhertin û demografiya bajêr jî ber bi erebbûnê ve diçe. Ji ber wê jî di rewşa niha de hilbijartin bi ziyana kurdan e.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, lê eger hikûmeta Iraqê bi zorê hilbijartinan li Kerkûkê bisepîne, wê çaxê bila partiyên Kurdistanî bi hev re û bi nemzedên hevbeş beşdar bibin.
Her sê partiyên Kurdistanî bang li tevahiya partiyan din jî kirin, li ser rewşa Kerkûkê bicivin û helwesta xwe ragihînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin