Hilbijartinên Iraqê - Partiyên Kurdistanî çend deng stendin?

19 December 2023 12:27 0 dîtin
Hilbijartinên Iraqê - Partiyên Kurdistanî çend deng stendin?

PeyamaKurd – Hilbijartinên Civata Giştî ya Parêzgehên Iraqê duh li 15 parêzgehên derveyî Herêma Kurdistanê hatin lidarxistin. Kerkûka ku ev 18 sal in hilbijartinên encumenên parêzgehên wê nehatine kirin, di nava hemû parêzgehan de parêzgeha ku herî zêde çû ser sindoqan bû. Dengên Kurdan li parêzgehên Kerkûk, Selahedîn, Diyala û Neynewayê cihê meraqê bû.

Yekemîn hilbijartinên Civata Giştî ya Parêzgehan ku ji sala 2013an ve li 14 parêzgehên Iraqê û ji sala 2005an ve li Kerkûkê hatin kirin, duh hatin lidarxistin.

Hat ragihandin ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê wê îro di saet 18:00an de, yekem encamên destpêkê yên nefermî eşkere bike.

Rêjeya beşdariya hilbijartinan li seranserê Iraqê ji sedî 41 bû.

Rêjeya beşdariya hilbijartinê li Kerkûk, Xaneqîn, Şengal û deşta Mûsilê ku weke “herêmên bi nakok” tên pênasekirin cihê meraqê ye. Dengên Kurdan li navçeyên Kurdistanî yên parêzgehên Kerkûk, Diyala, Nînowa (Mûsil) û Selahedîn jî zelal dibin.

Rêjeya beşdariya hilbijartinan li Kerkûkê ku ji sala 2005an ve hilbijartinên encumenên parêzgehên wê nehatine kirin, ji sedî 64 bû.

Di hilbijartinan de ku Kurd wek lîsteyên cuda ketine nav dengan, encamên yekem destpê kir. Li gorî encamên yekem ên nefermî, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piraniya dengan bidest xistiye û piştre Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û piştre jî Nifşê Nû (Nweye Nû) deng dane.

YNK li parêzgeha Diyala û Selahedînê pêşengiya lîsteya Kurdan dike.

Encamên yekem ên lîsteyên Kurdî yên li Selahedîn, Kerkûk, Nînowa û Diyalayê wiha ne:

Kerkûk

KYB: 44 hezar û 256 deng

PDK: 13 hezar û 912 deng

Nifşê Nû: 7 hezar û 638 deng

Diyala

KYB: 23 hezar û 906 deng

PDK: 5 hezar û 450 deng

Tekkadum: 500 deng

Siyaset: 600 deng

Selahedîn

KYB: 13 hezar û 713

PDK: 1521 deng

Partiya Komunîst a Iraqê (Şûyî): 870 deng

Neynewa (Mûsil)

PDK: 53 hezar û 549 deng

KYB: 6 hezar û 53 deng

6 hezar namzet ketin pêşbirkê

Duh nêzîkî 16 milyon dengder ji bo diyarkirina 285 endamên encûmena parêzgehan li 15 parêzgehan çûne ser sindoqan û 6 hezar namzed tê de hevrikiyê kirine. Dengdanê saet 07:00 dest pê kir û heta saet 18:00 berdewam kir.

Li 1166 navendên hilbijartinê li 35 hezar û 553 sindoqan dengdan pêk hat.

Ev hilbijartin yekem hilbijartinên Civata Giştî ya Parêzgehan bûn ku ji sala 2013ê ve li 14 parêzgehên Iraqê û ji sala 2005ê ve li Kerkûkê li dar ketin.

Ji bo pêkhateyan 10 û ji bo jinan 75 kota

Hilbijartinên Encûmena Parêzgehên Iraqê di warê diyarkirina rêveberiya xwecihî ya bajêr de xwedî cihekî girîng e. Piştî ku Meclîsên Giştî yên Parêzgehan hatin diyarkirin, meclîs waliyên parêzgehan hildibijêrin. Meclîsên Giştî yên Parêzgehan jî plan dikin ku budçeyên ku ji bo veberhênanên li bajêr hatine veqetandin dê ji bo kîjan projeyan werin bikar anîn, waliyan ji cîbicîkirinê berpirsiyar dike.

Di hilbijartinan de kotaya 75 kursiyan ji bo jinan di Meclisa Giştî ya Parêzgehan de, 10 kursî jî ji bo mesîhiyan, Kurdên Şebek, Kurdên Êzidî, Feylî, Saabî û Mendayî tê dayîn.