Partiyên Kurdistanî li ser Kerkûkê biryara xwe dan

09 September 2019 16:10 0 dîtin
Partiyên Kurdistanî li ser Kerkûkê biryara xwe dan

PeyamaKurd - Partiyên Kurdistanî li Kerkûkê bi armanca beşdariya hilbijartina Encûmena Parêzgehan civiyan û li hev kirin ku bi lîsteyeke hevbeş beşdar bibin.

Piştî bidawîbûna civîna partiyên siyasî, Berpirsê Nivîsgeha Hilbijartinê ya PDKê Xesro Goran di civîna rojnamevanî de ragihand, rêkeftina wan li ser yek lîsteyê, rengvedana daxwaza kolana Kurdî li Kerkûkê ye.

Li gorî rêkeftinê, dê partiyên Kurdistanê bi navê ‘Kerkûk Kurdistanî ye’ bi lîsteyeke hevbeş bikevin hilbijartinên herêmên derveyî îdareya herêma Kurdistanê.

RÊKEFTINA PARTIYÊN KURDISTANÊ JI 7 XALAN PÊK TÊ:

1- Tevahiya partiyên beşdarî civînê bûne biryar dane di hilbijartina dahatû ya Encûmena Parêzgehan de li Kerkûkê bi yek lîsteya hevbeş beşdar bibin, bi navê Lîsteya Kerkûkê ya Kurdistanî.

2- Daxwaz ji Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dikin di nêzîktirîn derfet de civîna xwe ya asayî encam bide û kandîdê lîsta Birayetî wek Parêzgarê Kerkûkê binav bike.

3- Berdewamiyê didin civînên ligel Yonamî (şanda Netewên Yekgirtî bo alîkariya Iraqê) ji bo piştevaniya asayîkirina rewşa Kerkûkê.

4- Daxwaz ji tevahiya welatiyên Kerkûkê û bi taybet yên Kurdistanî dikin ji bo serdana navendên tomara bayometrî bikin û karta dengdanê werbigirin.

5- Daxwaz ji tevahiya serkirdatiya partiyên Kurdistanî dikin civîna lûtkeyî bikin bo piştevaniyê bidin vê biryarê.

6- Careke din tekezî li ser serastkirina yasaya Hilbijartina Encûmena Parêzgehan hat kirin.

7- Li seriyê hemû van xalan, partiyên Kurdistanî tekeziyê li ser pêkvejiyana aştiyane ya tevahiya pêkhateyên parêzgeha Kerkûkê dikin.

Parlemantoya Iraqê biryar daye di meha Nîsana 2020an de li tevahiya bajarên Iraqê û parêzgeha Kerkûkê hilbijartina Encûmena Parêzgehan were kirin.

PDKê beriya niha ragihandibû ku Kerkûk bajarekî dagîrkirî ye û rewşa wê nehatiye asayîkirin, dengdar nikarin bi azadî dengên xwe bikar bînin û PDKê jî nikare bangeşeya hilbijartinan bike.