Hikûmeta Kurdistanê pistgirîya xwe bo biryara serjimêriya Kerkûkê ragihand
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro 6ê Mijdarê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li ser pirsa serjimêrî, hinardekirina petrolê û mûçeyên xelkê Kurdistanê civiya.
Di civînê de Encûmena Wezîran pêşwazî li biryara Hikûmeta Bexdayê ya bo encamdana serjimêriya Kerkûkê û deverên Kurdistanî li gor serjimêriya serdema 1957an kir.
Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi boneya serkeftina hilbijartina gera şeşem a Parlementoya Kurdistanê pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir û ev serkeftin, wekî serkeftina gelê Kurdistanê bi nav kir.
Serokwezîr Barzanî got, li gorî nirxandina çavdêran û civaka navneteweyî, pêvajo di keşeke aram û di çarçoveya rêzgirtina li prensîbên demokratîk de bi serkeftî birêve çû. Ev ji bo gelê Kurdistanê û pêvajoya demokratîk, destkeftiyek e û nîşaneya bilindbûna huşyariya gelê Kurdistanê e.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir, Kabîneya Nehem dê berdewam be li ser bicihkirina erkên sereke û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji xelkê Herêma Kurdistanê re bê cudahî, heta pêkanîna kabîneya nû û destbikarkirina wê.
Di xala yekê ya civînê de, pêşhatên dawî yên derbarê serjimêriya giştî ya xelkê Iraqê, ji aliyê Wezîrê Plandananê Dara Reşîd ve hatin pêşkêşkirin. Navbirî amaje bi encamdana civîna hevbeş a her du hikûmetan li Bexdayê kir ku roja 31.10.2024an bi amadebûna Serokkomarê Iraqê, Serokwezîrê Iraqê, Wezîrê Plandanana Federal û wezîrên kurd ên hikûmeta federalî pêk hat.
Di beşeke din a vê mijarê de, amaje bi biryara civîna duh a Encûmena Wezîrên Iraqa Federal a li ser mijara serjimêriya nifûsê hat kirin û xalên biryarê hatin nirxandin.
Piştî gotûbêjan, Encûmena Wezîran destxweşî li Wezîrê Pilandananê û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bergirî li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê kirine. Di heman demê de Encûmena Wezîran piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê LI piroseya serjimêriya niştecihan bi mebestên geşepêdanê tekez kir. Herwiha tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê çendîn têbînî li vê proseyê de tomar kirine, da ku serjimêriya cihê razemendiya hemû pêkhateyan bibe û ji bilî geşepêdanê, bi mebestên din nebe. Herwiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku nabe ev serjimêrî ji bo mebestên siyasî were bikaranîn û ti bandoreke xirab li ser cîbicîkirina madeya 140 ya destûrê û çareserkirina kêşeyên navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê (navçeyên nakok) neke. Nabe şûna mekanîzm û rêkarên destûrî yên ku di madeya 140 a Destûra Iraqê de hatine destnîşankirin, her weke ku Dadgeha Bilind a Federalî di biryara jimare 73 ya sala 2010an de tekezî lê kiriye, ji bo vê mebestê jî, Encûmena Wezîran aliyên peywendîdar raspardin ku pêşniyarên ku di civîna îro ya Enûmena Wezîran de li ser vê mijarê hatine pesendkirin, bigihînin Hikûmeta Federal û daxwaz ji hemû aliyên Kurdistanî yên pêwendîdar li Herêma Kurdistanê û Bexdayê kir ku di vî warî de piştgirî û hevkariyê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin