Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêswazî li biryara ji bo Êzidiyan kir
PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî diyar kir ku ew pêşwazî li biryara Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî dikin ku rojek ji bo bîranîna Êzidiyan û hemû qurbaniyên jenosîdê diyar bike.
Berdevkê Hikûmetê Pêşewa Hewramanî di daxuyaniya xwe ya doh (01.08.2024) de biryara Sûdanî ya derbarê Êzîdiyan de nirxand.
Hewramanî got, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li destnîşankirina roja 3ê Tebaxê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve weke roja rêzgirtina ji bo qurbaniyên Êzîdî û hemû qurbaniyên jenosîdê dike."
Pêşewa Hewramanî got: “Li gor biryara Serokwezîrê Iraqê, her sal di wê rojê de demjimêr 10ê sibê, li dezgehên hikûmetê, cihên giştî, bazar û cade û kolanan, ji bo rêzgirtin li giyanê pakrewanan, wê xulekek bêdengî were girtin, hurmetê bidin qurbaniyan. Em wek Herêma Kurdistanê rêz li vê biryarê digirin û girîng û pêwîst dibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin