Hikûmeta Kurdistanê biryara Dadgeha Federalî gotûbêj dike

23 February 2022 13:31 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê biryara Dadgeha Federalî gotûbêj dike

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 23yê Sibatê li ser biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê û hin mijarên din dicive.

Nivîsgeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Encûmena Wezîran îro 23yê Sibata 2022an bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubat Talabanî dicive.

Hat eşkere kirin ku wê di civînê de; Kurteyek derbarê encamên serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Qeter û beşdariya di Konferansa Asayîşê ya Munîhê de bê pêşkêşkirin, Biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya roja 15/2/2022 a taybet bi sektora gaz û petrola Herêma Kurdistanê û reşnivîsa rojmêriya çandiniyê li Herêma Kurdistanê werin gotûbêjkirin.