Wezareta Dadê ya Kurdistanê bersiv da biryara Dadgeha Federalî ya derbarê tawanên DAISê de
PeyamaKurd - Wezareta Dadê ya Herêma Kurdistanê li ser redkirina Dadgeha Federalî ya Iraqê derbarê damezrandina dadgeha tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê daxuyanî da.
Wezîrê Dadê yê Herêma Kurdistanê Firset Ehmed îro 27ê Hezîranê ragihand, ew wek Herêma Kurdistanê, wan daxwazeke arasteyî Dadgeha Federalî ya Iraqê kirinê, ji bo damezirandina dadgeha tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê, ew daxwaz jî ji aliyê Dadgeha Federalî ve hatiye redkirin. Mebest ji damezirandina wê ew e, kesên tawanên îşkencedan û kuştinê di nava rêzên DAIŞê de kirine werin dadgehkirin.
Wezîrê Dadê destnîşan kir, du sal in Herêma Kurdistanê belgenameyên pêwîst ên tawanên terorîstên DAIŞê kom dike û karên cîdî li ser kirine.
Firset Ehmed got, ew lêkolînê di biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê de dikin û hîn jî derfeta danûstandinê maye.
Serokê Tîma UNITED û Dozgerê Giştî yê Navdewletî Kerîm Esed Ehmedxan, pêşwazî li vê gava Herêma Kurdistanê ya damezrandina dadgeha tawanên DAIŞê kiribû û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî spasiya wî ji ber helwesta wî kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin