Wezareta Navxwe ya Kurdistanê li ser biryara qedexeyê daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd – Piştî ku îro car din qedexeya çûnûhatinê û derketine derve li seranserê bajarên Herêma Kurdistanê hat ragihandin, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyekê derbarê fermana qedexeyê de belav kir.
Li gorî daxuyaniyê qedexe heta roja 24ê Adarê demjimêr 00:00 ê şevê dewam dike û tenê ji bo dabînkirina pêwîstiyên hemwelatiyan destûr tên dayîn.
Daxuyaniya Wezareta Navxwe wiha ye:
Me biryar da bi derxistina evê beyannameyê:
Yekem: Ragirtina çûnûhatinê li tevaya parêzgeha Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce û rêveberîyên serbixwe; Raperîn, Germîyan û tevaya yekeyên kargêrî ji demjimêr 12:00yê şeva 18-19/3/2018 heya demjimêr 12:00yê şeva 23-24/3/2020.
Dûyem: Desthelat dan bi Parêzgarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Helebce û serperiştyarên rêveberî yên serbixwe yên Raperîn û Germîyan bi armanca rêkxistina çawanîya dabînkirina pêdawîstîyên hevwelatîyan di wê demê de, lê bi mercekê bandorê nexe ser cîbicîkirina xala yekem.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin