Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê: Biryara dawî bo qedexeyê îsev tê dayîn
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, ew ê îşev biryara dawî li ser qedexeya derketina derve û hatinçûna navbera bajaran bidin.
Li Herêma Kurdistanê ji ber belavbûna vîrusa koronayê ev zêdetirî du meh in, qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û hatin û çûna navbera bajaran jî hatiye qedexekirin. Dema qedexeya ku hatiye ragihandin îro 10ê Gulanê bidawî dibe.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, "Parêzgarên parêzgehên Herêma Kurdistanê daxwaz kirine qedexeya hatinçûna navbera bajaran bi yekcarî were rakirin. Emê îşev li ser vê yekê bicivin û biryara dawî bidin."
Rêber Ehmed got, lê wisa xuya dike emê wê pêşniyara wan qebûl bikin ji ber ku, xweşbextane metirsiya vîrusa Koronayê kêm bûye û nirxandina wezareta tenduristiyê jî rê dide me ku em qedexeya hatinçûnê rakin.
Wezîrê Navxwe diyar kir ku qedexeya derketina derve û hatinçûna navbera bajaran bû sebeba wê yekê ku vîrus gelekî kêm belav bibe û Herêma Kurdistanê bi kêmtirîn ziyanê vê qonaxê derbas bike ku xelkê Kurdistanê jî şîretên tenduristiyê bicih anîne û xemsar nebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin