Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da

06 June 2022 14:01 0 dîtin
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar, posta Serokomariyê nebûye asteng li pêş proseya siyasî ya Iraqê û di civînên dawiyê yên di navbera PDK û YNKê de qala babeta postê Serokomariyê nehat kirin.

Li gor Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro di daxuyaniyeke rojnamevanî de eşkere kir û got: “Niha hevtêgihîştineke baş di navbera PDK û YNKê de çêbûye û civînên di dema borî de erênî bûn, lê di civînan de qala rewşa Herêma Kurdistanê hate kirin û qala babeta postê Serokomariyê nehat kirin.”

Rêber Ehemd destnîşan kir: “PDK pêdagiriyê li ser serxistina kandîdê xwe ji posta Serokomariyê dike ku ez im. Em hewl didin bi rêya danûstandin û guftûgoyan, hevtêgihîştina baş li Herêm û Bexdayê hebe.”

Herwiha da zanîn: “Posta Serokomariyê nebûye asteng li pêş proseya siyasî ya Iraqê, lê belê rênekeftina di navmala Şîe de bûye sedema pirsgirêk û xetimandina siyasî.”

Rêber Ehmed li ser serdana îro ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê jî eşkere kir: “Îro şandeke teknîkî ya Encûmena Wezîran serdana Bexdayê dike, ji bo gotûbîjan derbarê pirsgirêk û kêşeyên darayî, neft û gazê yên bê çare mane bikin ku her dem wek karteke fişarê li dijî Herêma Kurdistanê tê bikaranîn. Bi hêvî ne dawî li xetimandina siyasî ya Iraqê were û kabîneya nû ya hikûmetê were pêkanîn, ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare bi hikûmeteke aktîv û xwedî desthilat re biryarê li ser çareserkirina pirsgirêkan bide.”