Wezîrê navxwe, tenduristî û parêzgerên herêma Kurdistanê dicivin

02 June 2020 12:45 0 dîtin
Wezîrê navxwe, tenduristî û parêzgerên herêma Kurdistanê dicivin

PeyamaKurd – Biryar e îro  wezîrê navxwe, wezîrê tenduristiyê û her çar parêzgerên herêma Kurdistanê bicivin.

Hat ragihandin ku îro Sêşeme (02.06.2020) wezîrê navxwe Rêber Ehmed û wezîrê tenduristiyê Saman Berzencî, li gel her çar parêzgerên herêma Kurdistanê li Hewlêrê civînekê pêk bînin..

Li gorî zanyariyan civîn li dîwana wezareta navxwe pêk tê û guftûgo dê derbarê tevdîrên rêgiriya belavbûna vîrusa koronayê de bên kirin.