Civîna wezîrên navxweyî yên Iraq û Kurdistanê bidawî bû

29 August 2019 13:26 0 dîtin
Civîna wezîrên navxweyî yên Iraq û Kurdistanê bidawî bû

PeyamaKurd - Civîna şanda Wezareta Navxwe ya Iraqê bi serokatiya Wezîrê Navxwe yê Iraqê Yasîn Yasirî bi şanda Wezareta Navxwe ya Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, ku li Hewlêrê hat kirin, bi dawî hat.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê ragihand, ew dê bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî hevdîtin bikin.

Piştî civînê, her du wezîran li ser naveroka civînê daxuyanî dan û ragihandin, di civînê de hinek biryar hatin wergirtin û li ser mijarên mîna pasaport, vîze, nasname, vekirina çend fermangehên taybet bi karta niştimanî û hemahengî di warê ewlehiyê de jî gotûbêj kirine.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê ragihand, ew ê bi Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî hevdîtinekê pêk bîne.