Wezareta Pêsmerge: Pêsmergeyê Kurdistanê dê her dem bi tundî bersiv bide êrîsan
PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge li ser êrîşa şeva din a DAIŞê ya ser sengerên Pêşmerge li Zûrgezirawê daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Me berî niha çendîn car hişyarî dabû li ser metirsiyên terorîstên li wan deveran ku valahiya ewlehiyê tê de heye.”
Di daxuyaniyê de Wezareta Pêşmerge da zanîn: “Di encama hebûna valahiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û Artêşa Iraqê de, terorîstên DAIŞê êrîşî sengerekî Lîwaya 10 a Piyade kir li bilindahiyên Zûrgeziraw a li sînorê Mîhwera Pênc. Hêzên Pêşmerge bersiva êrîşê dan û terorîst reviyan.”
Wezaretê destnîşan kir: “Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê, her dem amade ne. Kiryarên dirindane yên terorîstan, xelkê Kurdistanê û seqamgîrî û aramî û asayîşa Herêm û navçeyê nikarin xera bikin.”
Wezaretê Pêşmerge eşkere kiriye: “Me berî niha çendîn car hişyarî dabû li ser metirsiyên terorîstên li wan deveran ku valahiya ewlehiyê tê de heye. Mixabin sedema derfetdîtina terorîstan, hebûna wê valahiya ewlehiyê ye ku di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de heye, ji ber vê yekê em tekez dikin ku pêwîstiya wan deveran bi hêza hevbeş û hevkarî û hemahengiyeke giştgîr û hemû aliyane heye ligel artêşa Iraqê.”
Herwiha hat destnîşankirin: “Em ji terorîstan re radigihînin ku hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê dê her dem bi tundî bersiv bide wan êrîşên çepelane û bawerî didin xelkê Kurdistanê ku asayîşa Herêma Kurdistanê weke her dem dê parastî be.”
Herî dawî Wezareta Pêşmerge, sersaxî dide malbatên şehîdan û şîfaya bilez ji bo birîndaran dixwaze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin