Ji Almanya pistevaniya berdewam bo hêzên Pêsmergeyên Kurdistanê
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Lars Persikoveski, di hevdîtina ligel Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl de, piştevaniya welatê xwe ji bo hêzên Pêşmerge tekez kir.
Wezareta Pêşmerge ragihand, “Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl îro (Duşem, 09.09.2024) pêşwazî li Fermandarê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Lars Persikoveski kir ku bi merema xatirxwastinê û bidawîhatina erkê xwe li Herêma Kurdistanê serdana Wezîrê Pêşmerge kir.”
Di hevdîtinê de, Wezîrê Pêşmerge bi girîngî behsa rewşa ewlehiya deverê û Iraq û Herêma Kurdistanê kir, herwiha danûstandin li ser çend pirsên girîng ên Wezareta Pêşmerge û asteng û berbestên di rêya proseya çaksaziyê de kirin.
Wezîrê Pêşmerge spasiya gel û hikûmeta Almanyayê kir ku herdem bi rêya şêwirmend û diplomatkaran mil bi milê hêzên Hevpeymanan piştevanên hêzên Pêşmerge ne.
Herwiha ragihand, “Şêwirmend û diplomatkarên Alman li Herêma Kurdistanê roleke bilind û hevahengiyeke zêde bi me re kirin, nexasim di proseya çaksaziyê ya çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de.”
Şoreş Îsmalîl, pêdiviya plana paşerojê ji bo karê hevpar ê navbera Wezareta Pêşmerge û tîma serbazî ya Almanyayê li Herêma Kurdistanê anî ziman.
Kolonel Lars, piştî nasandina Kolonel Tomas Ritter wekî cîgirê xwe, piştevaniya welate xwe ji bo hêza Pêşmergeyên Kurdistanê tekez kir û hêvî kir ku li paşerojê girîngiyeke zêdetir bi pêwendiyên navbera welatê wî û hêzên Pêşmergeyan bê dayîn, ji bo ku bi alîkariya Almanyayê û Hevpeymanan karên cidî bên kirin, da ku mimkun be hêzeke serbazî ya bi hêz bê amadekirin ku li beranberî her metirsiyeke niha û paşerojê rêgir be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin