Brîtanya: Wê pistevaniya bo hêzên Pêsmerge berdewam bike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Hezîranê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey kir ku dawî li erka wî hatiye.
Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Hewlêrê James Thornton jî amade bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê ji bo balyoz û konsulê giştî yê Brîtanyayê xwest bi boneya bidawîbûna karên wan û pesnê hewldanên wan kir di pêşvebirina pêwendiyên Brîtanyayê de ligel Iraq û Herêma Kurdistanê.
Balyozê Brîtanyayê piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê car din anî ziman û tekezî li girîngiya berdewambûna hevkariya hêzên Pêşmerge kiriye ji bo rûbirûbûna terorê.
Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û pêngavên xweparastina ji Korona û girîngiya hevkarîkirina Herêmê ji bo dabînkirina Koronayê, çend mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin