Konsulê Amerîka: Pistevaniya Amerîka ya ji bo yekxistina Hêzên Pêsmerge wê bidome
PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Straw, serdana Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ragihand, piştevaniya Amerîkayê ya bo proseya çaksazîya li Wezareta Pêşmerge berdewam dike.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da xuyakirin, Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Straw û şandeke leşkeri û dîplomatîk serdana Wezareta Pêşmerge kirin û ji aliyê wezîr û berpirsên wezaretê ve hatin pêşwazîkirin.
Hate diyarkiirin, di civînê de wekîlê wezaretê Ebdulxaliq Bapîrî, Serfermandarê Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr, rêveberê hemahengî û pêwendiyan li Wezareta Pêşmerge di civînê de amadehî kirin.
Di civînê de, bi girîngî ve rewşa siyasî û leşkerî ya li herêmê, hebûna leşker û şêwirmendên payebilindên Amerîka li Iraqê û berdewamiya pêwendiyên stratejik ên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê, parastina asayiş û îstiqrara herêmê hatin gotûbêj kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Wezîrê Pêşmerge pesnê rola girîng a Konsulê Amerîkayê da di pêşxistina pêwendiyên stratejik û leşkeri yên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û herwiha hêvî xwest ku aloziyên li Iraq û herêmê di demeke zû de bi dawî bibin.
Konsulê Giştî yê Amerîkayê jî kêfxweşiya xwe ya ji bo vê serdanê nîşan da û wiha axivî: “Pêşmerge hêzeke niştimanî û canfeda ye. Di dema borî, niha û paşerojê de jî rola girîng û bi bandor di tekoşîna dijî terorê û nehiştina hizra tundiyê ya li herêma xwe, xwedî rol bûye.”
Li ser mijara çaksaziyan jî Konsulê Amerîkayê da zanîn, rêxistin û yekxistina hêzên Pêşmerge di çarçoveya projeya yasaya çaksazîyê de erkekî giran û pêwîstî bi hevkarî û piştgiriya hemû aliyan heye, ji bo wê jî em, piştevanê berdewam ê proseya çaksaziyê ne û hevkar û hemaheng dibin ji bo serxistina proseyê li Wezareta Pêşmerge.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin