Amerîka: Di yekxistina hêzên Pêsmerge de gavên bas hatine avêtin

16 March 2025 11:17 0 dîtin
Amerîka: Di yekxistina hêzên Pêsmerge de gavên bas hatine avêtin

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kir kur piştî pejirandina bernameya kar a Nêçîrvan Barzanî, di warê yekxistina Hêzên Pêşmerge de gavên baş hatine avêtin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê, rapora demkî ya sê mehên dawî yên Çavdêriya Giştî ya Hikûmeta Amerîkayê ya derbarê karê hevpeymanan û hêzên Amerîkayê yên li Iraqê, Herêma Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê belav kir.

Di beşa raporê ya li ser yekxistina hêzên Pêşmerge de hatiye gotin, "Beşeke girîng a plana çaksaziya Wezareta Pêşmerge ji vê yekê pêk tê; veguhastina karmendên ser bi hêzên 70ê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Yekeya 80ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo ser Wezareta Pêşmerge heta Îlona 2026an."

Hate diyarkirin ku dê Hêzên Dijeterorê yên partiyan, Polîsên Parastina Neftê û Polîsên Leşkerî, li derveyî yekxistina Wezareta Pêşmergeyan bin, Pêşmergeyên ku tên veguhastin ji bo ser Wezareta Pêşmerge, dê bikevin bin bane 11 yekaayan û li ser du fermandariyên herêmî dê bên belavkirin û dê nêzîkî 138 hezar Pêşmerge hebin.

Li gorî raporê, ji bo pêkanîna fermandariyên herêmî, pêwîstî bi pejirandina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî heye.

Di raporê de Çavdêrê Giştî yê Amerîkayê qala elektronîkkirina wergirtina meaşê Pêşmergeyan jî kiriye ku wekî beşeke ji reformê di wezaretê de ye û dibe sedema kêmkirina gendeliyê.

Li gorî raporê 70 hezar Pêşmergeyên girêdayî Wezareta Pêşmerge, navên wan ji bo wergirtina meaşan bi şêweyê elektronîkî hatine tomarkirin û tenê 17 hezar Pêşmerge mane ku hîn meaşên xwe bi dest (kêş) werdigirin.

Pêvajoya malnişînkirina wan Pêşmergeyên ku gihiştine temenê malnişîniyê, beşek ji çaksaziyên Wezareta Pêşmerge ye ku raporê amaje pê kiriye.

Raporê diyar kiriye, ji sedî 100ê wan kesên ku divê bên malnişînkirin, heta Îlona 2026an dê werin malnişînkirin. Heta niha ji 36 hezar Pêşmergeyên ku gihiştine temenê malnişîniyê, 18 hezar ji wan hatine malnişînkirin. Raporê amaje bi wê yekê kiriye, wan kesên ku nehatine malnişînkirin 5 hezar ji wan ji Yekeya 80 û 13 hezar jî ji Yekeya 70yê ne.

Roja 3yê Sibata 2025an, bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, merasîma destbikarbûna Firqeyên 3 û 4ê Piyade ya Wezareta Pêşmerge hatibû lidarxistin.

Nêçîrvan Barzanî behsa yekxistina hêzên Pêşmerge û pêşketinên di vî warî de kiribû û gotibû, "Ev destkeft nîşaneya îradeya me ya tund û berhema qurbaniyên mezin in ku gelê Kurdistanê û Pêşmerge di nav dehsalan de pêşkêş kirine."