Barzanî û Leahy pêngavên yekxistina hêzên Pêsmerge gotûbêj kir

04 February 2025 19:40 0 dîtin
Barzanî û Leahy pêngavên yekxistina hêzên Pêsmerge gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî Kevin Leahy, piştî merasîma destbikarbûna firqeyên 3 û 4an ên Piyade yên Wezareta Pêşmerge civîyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandin ku di civînê de, pêvajoya çaksaziya yekxistina hêzên Pêşmerge û gavên wê hatin gotûbêj kirin.

Di civînê de herwiha rewşa ewlehiyê ya li Iraq û Sûriyeyê, gefên DAIŞê û mijarên têkildarî aramiya herêmê bi awayekî berfireh hatin nirxandin.

Her du aliyan girîngiya hevkariya di navbera Hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê û Hevpeymaniya Navdewletî de ya têkoşîna li dijî DAIŞê anîn ziman.

Hat ragihandin ku yek ji mijarên sereke yên civînê pêvajoya çaksaziya di Wezareta Pêşmerge de bû û bi taybetî gavên ku dê ji bo yekxistina firqeyên 3 û 4an ên Piyade yên Wezareta Pêşmerge bên avêtin hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a civînê de jî geşedanên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û bandora wan a li ser herêmê hatin axaftin.