G7an pistrast kir ku ew ê pistevaniya hêzên Iraqê û Pêsmerge berdewam bikin

15 June 2021 18:20 0 dîtin
G7an pistrast kir ku ew ê pistevaniya hêzên Iraqê û Pêsmerge berdewam bikin

PeyamaKurd – Di daxuyaniya hevbeş a piştî bidawîbûna civîna Lûtkeya G7an a li Brîtanyayê birêve çû de, behsa reşwa Iraq û Herêma Kurdistanê jî hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Lûtkeya G7 a ji welatên Amerîka, Brîtanya, Almanya, Kanada, Fransa, Îtalya û Japonyayê pêk tê, piştevaniya xwe ji bo hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê nîşan daye di şerkirina li dijî DAIŞê de û destnîşan kirine ku piştevaniya xwe didomînin.

Hatiye diyarkirin ku G7 welatiyên Iraqê han didin ku beşdariya hilbijartinên pêşwext bikin, ku biryar e 10 Cotmeha îsal were encamdan.

Herwiha Lûtkeya G7 pêşwaziya hewldanên hikûmeta Iraqê dike ji bo lêpirsîn û cezakirina komên çekdar ên derveyî yasayan, ku di êrîşên xwe de welatiyên Iraqê û endamên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Iraqê dikin armanc, tevî ku ew hêz li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li wir in.

Li ser rola hêzên hevpeymanan ên li Iraqê jî hatiye gotin, rola wan perwerdekirin û pêşkêşkirina şêwirmendiya leşkerî ye di şerê li dijî DAIŞê de ye.