Wê Almanya hevkariya Pêsmerge û pistevaniya Kurdistanê berdewam bike

26 May 2021 19:04 0 dîtin
Wê Almanya hevkariya Pêsmerge û pistevaniya Kurdistanê berdewam bike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Gulanê pêşwazî li Balyozê Almanya yê li Iraqê Ole Diehl kir ku ji ber bidawîhatina erkê xwe, ji bo xatirxwestinê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Di hevdîtinê de ku Kansulê Giştî yê Almanya yê li Hewlêrê Klemens Semtner jî amade bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Almanyayê kir ji ber er ku xizmet û hewldanên wî yên ji bo pêşvebirina pêwendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Almanya û di erkê wî yê nû de ji bo wî hêviya serkeftinê xwest.

Balyozê Almanyayê tekezî li berdewambûna piştevanî û hevkariyên Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê û bi taybetî ji bo hêzên Pêşmerge kir, di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de.

Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û girîngiya asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê û aktîfkirina navendên hevahengiya ewlehiyê ya hevbeş û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, çend mijarên din ên gotûbêjê bûn.