Llyod Austin: Amerîka pistevaniya Herêma Kurdistanê û hêzên Pêsmerge dewam dike

07 March 2023 19:27 0 dîtin
Llyod Austin: Amerîka pistevaniya Herêma Kurdistanê û hêzên Pêsmerge dewam dike

PeyamaKurd - Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Llyod Austin, îro 7ê Adarê di civîna rojnamevanî ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, piştevaniya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge dubare kir û got, 'Amerîka piştevaniya pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge dike.'

Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Lloyd Austin di civîna rojnamevanî de, piştevaniya Amerîkayê ya ji bo hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de dubare kir û got: “Em li Iraqê dimînin û em berdewam dibin di piştevanîkirina hêzên Iraqê û Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de. Em di dema borî de ligel Herêma Kurdistanê mil bi mil xebitîne.”

Llyod Austin, pêşwazî li hewldanên Wezareta Pêşmerge yên ji bo yekxistina Lîwayên 70 û 80 nîşan da û diyar kir: “Amerîka pêşwazî li pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge dike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya piştevaniya berdewam a Amerîkayê ji bo hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê kir û diyar kir: “Me ligel Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, yekxistina hêzên Pêşmerge û hevahengiya navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê gotûbêj kir.”