Austin pistevaniya Amerîka ya bo Îsraîlê dubare kir

14 April 2024 15:13 0 dîtin
Austin pistevaniya Amerîka ya bo Îsraîlê dubare kir

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Llyod Austin, li ser êrîşên ‘bêwate’ yên Îranê ragihand ku ew cara duyem ligel Wezîrê Berevaniya Îsraîlê axiviye û dubare piştevaniya welatê xwe ya ji bo Îsraîlê teqez kiriye.

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Llyod Austin li platforma medya civavî Xê da zanîn, ew dubare ligel Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Galant axiviye û got: “Min teqez kir ku Amerîka piştevanê welatê we ye.”

Austin got, êrîşa Îranê ya ji bo Îsraîlê bê wateye, dûvçûn li ser sîstema berevaniya esmanî û hevkariyên me hate kirin li ser têkşikandina êrîşên Îranê.