Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin dê seredana Îsraîlê bike

13 October 2023 00:32 0 dîtin
Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin dê seredana Îsraîlê bike

PeyamaKurd -  Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin dê seredana Îsraîlê bike. Seredana Austin dikeve pey seredana wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken. Austin, sibê seredana Îsraîlê dike û wê bi serokwezîrê Îsraîlê bi Netenyahu re hevdîtin bike. Kesekî ku nexwestiye navê xwe bide û di asta bilind de rêvebirekî Amerîkaye, di derbarê seredana Austin ya Îsraîlê de gotiye:

“Wê bi lîderên Îsraîlê re planên operasyonan û li ser hedefên vî şerî, dê bi hûrayî biaxife. Wezîr Austin, wê danûsitendina li ser alavên ku pêdiviya Îsraîlê pê hene bike.”