Llyod Austin bi nameyekê spasîya Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî kir

23 March 2023 18:28 0 dîtin
Llyod Austin bi nameyekê spasîya Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî kir

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û ji ber pêşwaziya germ a serdana wî ya 7ê Adarê li Hewlêrê spasî kir.

Lloyd Austin di nameya xwe de got: “Ez kêfxweş bûm ku careke din tekezî li ser hêz û girîngiya hevbeşiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê li Iraqê bikim.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku di nameyê Austin ligel bal kişandina ser gotûbêjên derbarê pêdagiriya hevbeş a her du aliyan a bi yekcarî têkşikandina DAIŞê, diyar kiriye ku hevkariya berdewam a Amerîka û Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê ji bo Iraqeke aram û seqamgîr û xwedî serwerî pêwîst e.

Austin rola Nêçîrvan Barzanî di rêvebirina prosesa rêkxistin û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge li ser bingehê peymana hevtêgihiştina hevbeş a Pentagonê ligel Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand û xwesteka welatê xwe ya ji bo berdewamiya karê hevbeş digel Herêma Kurdistanê nîşan da.